Di balafira ketî de 11 kurd hebûn

Balafira rêwiyan a Îranê ku sibeha yekşemê sînyal û agahî jê qût bûn û piştî vê eyamekê agahiya ketina wê ket ser ajansên ragihandinê, xebatên rizgarkirinê û lêpirsînên derheqê wê de berdewam in.

Hat ragihandin ku 66 rêwiyên tê de tevli pîlotî hemûyan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li gorî agahiyên di medyayê de hatine belavkirin 11 rêwiyên di balafirê de kurd bûne 2 ji wan zarok bûn.

Cihê bibîrxistinê ye ku balafira Îranê ya rêwiyan duhî danê sibê ji balafirxaneya Tehranê derbasî bajarê Yasûcê dibû û piştî ku firiya û pê de bi çend kêliyan agahî û sînyalên jê dihat qut bûn. Îranê ragihand balafir li devera Semîrom ya Îsfehanê ketiye. 

Li gorî agahiyan hêj lêkolînerên mijarê xwe negihandine qutiya reş a balafirê ku sedema ketina wî aşkere bikin. 


Ev nivîs 210807 car hatiye xwendin.