Di dinyayê de welatê herî deyndar kîjane?
Di dinyayê de welatê herî deyndar Amerîka ye. Deynê temamê dewletên dinyayê 63 trîlyon dolare û di nav wan de Amerîka bi 20 trîlyon dolarî di rêza yekem de ye.
Li gor rêjeyên Fona Pera ya Navdewletî (IMF) deynê temamê welatên dinyayê ji 63 trîlyon dolarî derbas dibe. Di nav dewletan de deynê herî zêde yê Amerîka ye û 19 trîlyon 940 mîlyar dolar deynê Amerîka heye û di rêza yekem de ye.
Di rêza duyem de Japonya heye û 11 trîlyon dolar deynê Japonya heye. Di rêza sêyem de Çîn heye û deynê wê 5 trîlyon dolar e.
Piraniya deynê Japonya û Çînê bi pêrê wan e û deyndarê hemwelatiyên xwe ne. Li pey van welatan bi 2 trîlyon 454 mîlyar dolarî Îtalya û di rêza pênca de bi 2 trîlyon û 375 mîlyon dolarî Fransa tê.
Ev nivîs 210969 car hatiye xwendin.