Di dîroka Kurdistanê de pîrozîya 16ê Tebaxê
PeyamaKurd - Di dîroka Kurdistanê de hinek rojên pîroz, watedar û bi nirx hene ku mohra xwe li dîroka Kurd û Kurdistanê xistine û bi tîpên zêrîn tê de cîh girtine. Yek ji wan rojên pîroz û nirxdar jî 16ê Tebaxê ye.
Yek ji wan rojên ku dîroka Kurd û Kurdistanê xemilandiye, damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê û çêbûna serokê wê Mesûd Barzanî ye.
Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 16ê Tebaxa 1946 an de ji alîyê gorbihişt Mele Mistefa Barzanî ve hat damezrandin. Di heman rojê de jî Serokê PDK û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî çavên xwe li jiyanê vekir û di vê roja pîroz de cîhê xwe di nav rûpelên dîroka Kurd û Kurdistanê de girt.
Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ji roja damezirandina xwe û heta bi îro bûye stûn û hîmê doza Kurd û Kurdistanê û îro jî stûn û bingeha doza Kurd, Kurdistan û Kurdistanîbûnê ye.
PDK, ji 1946an û heta îro ji doz, tekoşîn û rêbaza Barzanîyê nemir û ji armanc û daxwazên Pêşewa Qadî Mihemed şaş nebûye, dûr neketiye û ji Kurdan re bûye hêvîya serkeftina pêşerojê.
PDK ne tenê li Başûr, herweha li herçar parçeyên Kurdistanê kedkarê doza milletê Kurd e, hezkirin e, hêvî û bawerî ye. Ked, bedel û şehîdên ku ji 1946an û heta îro PDK dane, ji pêkhatina Federasyona Başûrê Kurdistanê re bûn encam û ev encama pîroz helbet wê ji serxwebûna Kurdistanê re bibin bingeh. 16ê Tebaxê ne tenê ji bo damezirandina PDKê, herweha ji ber rojbûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pîroz û watedar e. Di heman roja ku PDK hatiye avakirin de, pêşmergeyê mezin, kedkar, tekoşer û serokê PDK û Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye dinyayê. Bi çêbûna Barzanî re êdî çarenûs û qedera PDK û Barzanî pêkve hatiye girêdan, û ji 16ê Tebaxa 1946an û heta îro doza milletê Kurd li ser milê PDK û Barzanîyan bilind bûye.
PDK bûye laş û gewdeyê (bedena) Barzanîyan û Barzanî jî bûne ser û mejîyê PDK. Bi vî awayî doza milletê Kurd bi xwîna hezaran şehîdên azadî û serxwebûnê xwe gîhandiye roja îro û çirûskên 16ê Tebaxê ji serkeftin û serxwebûna Kurdistanê re bûye pêt û agir û meşale. Di dîroka milletan de leheng û canfedayên mezin kêm derdikevin. Her çiqasî dîroka Kurd û Kurdistanê bi leheng, tekoşer û canfedayan tije be jî, Serokê PDK û Kurdistanê Mesûd Barzanî xwedîyê cîhekî taybet e.
Mesûd Barzanî ji 16 salîya xwe ve şerkirê azadî û serxwebûnê ye, pêşmerge ye û îro jî wek pêşmergeyekî xizmetkarê doza milletê Kurd e. Barzanî, bi ser ku raserî Enfal û jenosîdan hat û bû şahidê bi hezaran Kurdên şehîd jî, neda dû meqam û malperestîyê û dev ji doza serxwebûna Kurdistanê berneda. Heke îro li Başûrê Kurdistanê Federasyonek ber bi serxwebûnê ve diçe, bi saya ked, xebat û bedela Mesûd Barzanî, Barzanîyan û PDK ye.
Referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşana hest û helwesta PDK û Barzanî ye. Barzanî ne tenê di nav Kurdan de, li seranserê cîhanê rêzdar e, payebilind e, xwedî erk û bandor e û ji Kurd û Kurdistanê re bûye sembol. Barzanî, di kesayetî û lehengîya pêşmerge de serbilindî û rûspîtîya Kurd û Kurdistanê ye.
Bi minasebeta 16ê Tebaxê, em wek Peyama Kurd damezirandina PDK û rojbûna Serok Barzanî pîroz dikin, ji PDK re serkeftin û ji Serok Barzanî re temenekî dirêj dixwazin.
Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.