Di encama êrîşên Artêşa Tirkiyê ava Efrînê hat birrîn, nîv Milyon kes..
PeyamaKurd-Êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad ya Suriyê li hember Efrînê berdewam in. Ev 4 rojin ku, Firokeyên cengî ên Artêşa Tirkiyê bajarokê Cindirisê bombebaran dikin û îro serê sibê êrişen ezmanî bihêztir bune.
Di encama bombebarankirina Artêşa Tirkiyê ser Cindirisê 4 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Her weha tê gotin ku, ava vexwarinê li Efrînê di encama êrişên hewayî ya firokeyên Artêşa Tirkiyê hatiye birîn û nêzîkê nîv Milyon kes ruberuyê bêavî mane.
Çavkaniyên ji herêma Efrînê didin zanîn ku, hêzên Tirkiyê û hevpeymanên wan gehiştine nêzîkê gundên Kanî Korkê, Zilaqî, Til Hemo û Celemî. Herweha tê gotin, hêzên Tirkiyê gihiştine bendava Meydankê jî.
Gelek kesên sivîl li derdora gundê Meydankê li ser êrişen artêşa Tirkiyê brîndar bune û 5 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.
Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.