Di Misrê, di Pîramîda Gizayê de odeyek hat dîtin
Li welatê Misrê, di Pîramîda Mezin ya Giza de odeyeka efsûnî hat dîtin. Zanyarên li Misrê di Pîramîda Giza ya Mezin de, valahiyeka bi 30 metreyî dîtin.
Li Zanko ya Brîstolê ya Brîtanyayê, zanyarê li ser Misrê Aidan Dodson dibêje: " Di van odeyên xef de îhtîmala hebûna xezineyan hîç tine ye.” Lê pispor dibêjin; dibe ku ev valahî hinek agahiyan bide zanyarân bê van pîramîdan çawa hatine çêkirin.
Pîramîda Giza berya zayînê di navbera salên 2509 û 2483an de, ji aliyê fîr’ewnê Misrê Keops ve hatiye çêkirin. Ji kevirê kîrecê û blokên granît hatiye çêkirin. Bilindahiya vê pîramîdê 139 metre ye û heya niha karibiye xwe bi awayeka zindî biparêze.
Ev nivîs 210902 car hatiye xwendin.