Di Operasyonên Artêşa Tirkiyê li Efrînê da...

PeyamaKurd-Di Operasyonên Artêşa Tirk li Efrînê da, ku duhî êvarê li Gundên Hubka, Eliyê Biskê û Çelê bi şerekî dijwar berdewam bu, 8 leşkerên Tirk hatin kûştin, 20 Leşker, 3 Polîs ji hêzên taybet û 3 milis jî brîndar bun. Herweha, bi gor daxwiyaniya rayadarên artêşa Tirk 22 şerwanên YPG jî jiyana xwe ji dest dan.

Wek Fermanderiya Giştî ya Artêşa Tirkiyê jî aşkera kir, ku operasyonên wan bi hemu hêza xwe li Efrînê berdewame û buyerên duhî jî teyîd kirin.

Ji aliyê xwe ve YPG ragihand, ku hêzên Tirkiyê êrişî gungên Hubka, Eliyê Biskê, Çelê û Bilîlka kirine û jibona wê jî di navbera wan û artêşa Tirkiyê da şerên giran destpêkirine.

Herweha YPG di çapemeniya xwe da belav kiriye, ku 3 Helikopterên Kobra êrişan wan kirine û wan jî gule ser Helikopteran barandine, ku di encam de Helikopterek tê xistin û ji neçariyê her 3 Kopter paşve diçin.


Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.