Di sitratîjîya Barzanî de çi guhurtin nîne
Derheqî gutubêja Serok BARZANÎ li gel Rojnameya Åžerqul'ewset, ku di vê davîyêde hatibû kirin, ÅŸiroveyeka dill bikîn ya hindek Part û sazîyên ragehandinê destpêkirîye. Berpirsên pile (derece) yêk û duwemînên partîyan jî di vî warîde gotınên xwe kirine. Her hemî bi guman've li pirsa Serxwebûn û nîyaza Serok BARZANÎ di nêrin.
Rastaîya Serok BARZANÎ eve ku di vê gutubêja Rojnamevanîde gelek bi aÅŸkira rûbirû di gel Rojnameyeka bi navbanga Erebî axifîye, bersiv daye pirsên rojnamevanekê, evî di vî derheqêde bangekek taybet bo babeta serxwebûnê neweÅŸandîye.
Malikî li beÄŸda û peyre jî li Taranê, bi hevahengî (mutabıq) li gel Îranê bi hevre, heya karî xerapkarî kir, gef kirin û ji bo dijayetîya cenabê Serok BARZANÎ li pirsa serxwebûnê pîlan dariÅŸtin. Di gel vêde jî kar bo vê kirin ku rizgarkirina musil serkeftî nebe, herwesa dawî bi vê hevkarîya leÅŸkerîya navbera Kurdistan û Îraqê bînin. Bi vê yêkê jî Heyder EBADÎ bi tena serê xwe bi hêlin, daku karî bin bi hêsanî li ser kar bi avêjin.
Her weke ku ev nexÅŸeya Malikî û Îran'ê be jî, careke din Malikî weke serokwezîr vegerînin beÄŸda, gava Malikî vegere posta serokwezîrîyê, êdî çi asteng li hember HeÅŸdê Åže'ibî û hêzên din yên tundroyên Åžîe namînin, evê li dijî sunne, pêkhatên din û herêma Kurdistanê dest bi hêriÅŸan bikin.
Çava Malikî weke bixwe jî hemî car gotîye; vê demê evê hemû MilîÅŸya û LeÅŸkerê Îraqê bi kene piÅŸkek ji pirojeya Îranê, daku li Sûrîya, Yemen, Libnan, Îsraîl, haya li turkîya û derên din jî ÅŸer bikin.
Angorî vê çendê Îraq dê li vê çarçêvê derkeve ku niha weke dewlletekê rêz li serwerîya vê têgirtin, belkî evê rewÅŸa Îraqê mîna Lîbya û Sûrya niha lê bikin. Lêbelê bi rengekî rêkxistî weke du dewlleta dê kar bikin, Îraq dê bi vî karî rabe, herwesa Îran jî evê li piÅŸt vî bi sekine.
Bêguman karekî bi vî avayî ewê bibe gefeke mezin bo asayîÅŸa Herêma Kurdistanê û evê ji bo ÅŸerê dijî DAÄ°Åž jî bibe astengekek mezin. Di heman dem'de ev çende bo tewaw kirina pirojeya Îran'êye, ku di hêla bejayî'de di nav xaka Îraq'êde li ser musil'ê derbazî nav xaka Sûrya bibe, daku bi kare bi hêsanî çek, teqemenî û amûrên LeÅŸkerî derbazî van deveran bike ku ev dixwaze, wate ev deverên ku ÅŸer têde heye. Vêca ev bo Sûrya be, yan jî bo derya sipîya navîn be, di alîyê din de bo Libnan û li vê derê jî bo ser tixubê Îsraîl'ê, di vê derêde jî bi hêsanî bi kare derbazî Yemen'ê bike, li alîyê piÅŸtve siudîya dorpêç bikin. Ew bixwe vê çendê bas dikin, ne em di bêjin.
Her ji ber vê çendêye ku Îran Malikî, PKK, Goran, Komella Îslamî, PYD, hêzên ser bi PKK'ê, herwesa hêzên ser bi HeÅŸdê Åžeibî, ku bi hevre hevpiÅŸkin û bi navê Yekîneyên Parastina Åžengal hatîn avakirin, giÅŸt ev hêzane bo vê çendêne ku di dema pêtivîde mîna kevrê pêlêkirinê (basamak taşı) hevbigrin û vê pîlanê cêbicê bikin.
Ba em vegerin ser pirsa Refrandomê, derbarê Refrandomê gelekî axiftin hatin kirin, ev pêngava yekemîn'a Yasayî û Medenîye seba gehîÅŸtin bi serxwebûn'ê. Lêbelê gava Îran, Malikî û xelkên din bi heman pîlana hanê bixwazin rêgirîyê jê bikin û di vê rîyêde bona serxwebûn'ê bibin asteng, jixwe nêrîna Cenabê BARZANÎ jî eve ku ''emê rîya serxwebûn'ê bi domînin'', vê demê jî evê rîyên vê çawa bin, dê hêne xweya kirin.
Nêrîna van ev bû ku pêtivîye kurdistan arîkarîya Ebadî bike, daku li BeÄŸda rê li pîlana Malikî û Îran bigre. Helbet bi navçûna Ebadî evê gelek bi hêsanî ev pîlan pêkvere. Seba vê mebestê arîkarîya navbera Îraq û Kurdistan'ê gelekî pêtivîye.
Di alîyê ramana sîyaseta Sitratîjîya LeÅŸkerî û sîyasîya Cenabê BARZANÎ'de ev pêÅŸnîyaze hatîye prjirandin û seba vê çendê jî di gel Ebadî û Îraqê dest bi gutubêjan hatîye kirin. Bi dillnîyayîve bo cara yekemîn Cenabê BARZANÎ li konferansa munîx li salla 2016 li gel Ebadî axifîye, dîvra jî wî serdana BeÄŸda'yê kir, herwesa serdana rêzdar Nêçîrvan BARZANÎ bo BeÄŸda û çendîn civînên din jî ku çêbêbûne, bi amadebûna Emrîka û hindek alîyêndin hatîne li darxistin, di derencama van hevdîtin û civînande ev piroja LeÅŸkerî çêbûye, ku hevahengî di navbera Kurdistan û Îraqê hebe, serencam (sonuc itibariyle) Îraq bi karibe bi hevkarîya PêÅŸmergey destê xwe bi gehîne Musl'ê.
Di heman demîde LeÅŸkerê PêÅŸmergeyê qareman karî ÅŸerê xwe yê vê dawîyê bi serkeftî tewaw bike, gehîÅŸte ser tixûbê Musl'ê. Angorî vê rêkkeftina di navbera Îraq û Kurdistan û Emrîka'da heye, PêÅŸmerge li vî tixûbê jêre hatîye xweya kirin bi sekine û piÅŸtîvanîya artêÅŸa Îraqê bike.
Îran û Malikî bi vê pêngavê razî nîne, lê di heman demde eve bo Emrîka û Ebadî jî serkeftineke mezine. Dîv vê ra jî ku babeta gutubêjan kete rojevê, li ser pêÅŸnîyaza Emrîka û Birîtanya bû.
Li munîx, dîvra li BeÄŸda li ser vê babetê li gel Ebadî axiftin çebûne. Kek Nêçîrvan BARZANÎ jî bi aÅŸkire bas ji vê babetê kirîye, herwesa Cenabê BARZANÎ ku serdana BeÄŸda kir, li gel Ebadî û hemî alîyên Îraqê pirosa destpêkirina gutubêjan li ser pirsa serxwebûna Kurdistan'ê xistîye rojeva hemîyan. GiÅŸt alîyên Îraqî, dervey Malikî, bi avayeke aram pêÅŸwazîya vê pêÅŸnîyazê kirine û tevlî gutubêjan bûne.
PiÅŸtî vê, di pirsa gutubêjande, ger serbigre, Îraq û Kurdistan bi gehin vê encamê ku weke du dewlletan hebin, evê pirsgirêkên navbera Îraq û Kurdistanê kêm bibin, bi vêve girêdayî evê pirsa danpêdana (ittiraf) nêv dewlletî bo serxwebûna Kurdistan'ê gelek bi hêsanî bibe. Vêca evê Kurdistan rûbirûyê hîç astengan nebe, emê bi karin rîyeka pir dijvar nêz û hêsanî bikin.
Seba vê û seba pirsa gutubêjan nêrîna BARZANÎ eve ku pêtivîye di navxweyê Kurdistan'êde yêk dengî hebe, herwesa hemî partên Kurdistanê di vê gutubêjêde beÅŸdar bin, ev yêk jî cêbicêkir, niha alîyê yekêtî bo vê çendê gelek baÅŸ hatîye pêÅŸ, seba vê çendê evê komîtên hevpiÅŸk çêbikin, bona serdana BeÄŸda evê ÅŸanda hevpiÅŸk pêkbînin. Weke hatîye xweya kirin hemî part evê di ÅŸanda ku serdana BeÄŸda bike cih bigrin. Cenabê BARZANÎ bixwe gava serdana BeÄŸda kir, ÅŸandeka nîÅŸtimanî ku li serkirdeyên partan pêkdihat, li gel xwe bir.
Ji ber vê piÅŸtî Refrandomê, pirsa gutubêjan evê bibe pirekî gelek baÅŸ. Heya niha jî ev yeke di holêdeye, heta derfet hebin BARZANÎ evê vê rîyê bi ÅŸopîne. Di ku derêde jî Refrandom rastî xetimandinê hat, vê demê dê rîyên din bên helbijardin. Ji bo vê sitratejîyê, dervey partên Îraqî, li gel Îranê jî axiftin hatîyê kirin û li vê pirsê agahdare.
Pirsa nevegeryana Malikî jî bo posta Serokwezîrtîya hikumeta Îraqê, li cem herêma Kurdistanê û Cenabê BARZANÎ tiÅŸteke hatîye sabit kirin. Çunkî Malikî mirovekî Åžovenîstê bêbexte, kesekî tîregere (mezhepçilik), rê ji bo çêbûna ÅŸerê mezhebîyê ÅŸîe û sunne xweÅŸ kir, herwesa avabûna DAÄ°Åž jî encama pîlana Malikî'ye, ku li piÅŸt Malikî jî dewllet û hêzên din hene. Ji ber vê nabe Malikî çi car vegere posta Serokwezîrîya hikumeta Îraqê. Ger Malikî jî vegeriya deseallatê hîç pir û gutubêjek di navbera Kurdistan û Îraqê namîne. Di rewÅŸeke wehade jî tiÅŸtekî gelek normale ku Cenabê BARZANÎ bêje em li gel faÅŸîsteke ÅŸovenîstê mezhepçî nabin hevpar. Vê gavê dinya jî evê bi çaveke din li pêngava Cenabê BARZANÎ mêze bike.
Çi dewllet û navendên dinya'yê Malikî bi miroveke normal û baÅŸ nabînin. Ji ber vê jî derheqî vê daxwanîya Cenabê BARZANÎ çi bertikek (tepki) navdewlletî jêre nehat, nexwasme alîyên Îraqî jî zêde li ser vê daxwayanîyê hesasîyeta xwe nîÅŸan nedan.
Serxwebûn pêngaveke sitratejîyê û nahê guhurtin, ne tiÅŸtekî wesaye ku bête ÅŸûnda xistin, lêbelê carana rîyên vê tên dirêj kirin û dem jêre tê kin kirin. Pirsa gutubêjan hatîye destpêkirin, di vî warîde navbera Kurdistan û Îraqê hevahengîyek çêbûye, weke di pirsa rizgarkirina Musil'de me anî ziman, ji ber vê çendê hindek dirêj kêÅŸa, çêdibe piÅŸtî rizgarkirina Musil bi avayekî sereke dest bi gutubêjan bêkirin. Eger heya niha hecetên hindek partên Îraqê seba neamadeyîya van bo gutubêjan hebe, ji ber rewÅŸa ÅŸerê Musil'e. Vêca piÅŸtî ÅŸerê Musil çi hecetên van namînin.
Åžrê Musil'ê jî baÅŸtirîn nîÅŸan û îmace ku di pêÅŸerojê'de Kurdistan û Îraq evê bi karin pêkve bibin du hevsihên (cîranên) baÅŸ. Eve bercestebûna hizra BARZANÎ'ye ku di bêje em di karin bi hevre hevsihên baÅŸ bin, bi vî avayî em di karin di deverê'de aÅŸtîyê çêbikin, ku hemî gelên deverê di vê aÅŸtîyê'de xwedî par bin, xwedîyê berjewendîyên xwe bin û çarenivîsa xwe jî bixwe dîyar bikin.
Em naveÅŸêrin ku Cenabê BARZANÎ û Kurdistan gelek arîkarîyê didin Ebadî, ev jî ji ber van armancên me li jor danxweya kirin, eger Ebadî li desellatê bê avêtin, tê wateya ku kudetayeke (darbe) ÅŸovînîstîya mezhebî li beÄŸda'yê çêbûye, vê gavê hemî ev sitratîjîya bas jê hatkirin evê bihêt guhurtin û dê serxwebûn bête ragehandin. Vê demê çi guman têde nîne ku dinya ewê piÅŸtgirîya BARZANÎ bike, nek Malikî û Îran'ê.
Rastî eveye, ger van nezanî be. Eger di zanin, lê rastîyê berevajî dikin, ji xwe keyfa vane. Vana temen (jî) û dîroka xwe ji bo berevajîkirinê pêÅŸkeÅŸkirîye. Xweyaye nikarin rastîyan werbigrin û fêm bikin.
Di rîya rast û rewan'a BARZANÎ'de çi guhurtin çênebûne, têde çi gav ÅŸûnde avêtin nîne, çi caran jî nakeve jêr kartêkirên gef û buxtanên van hêzan ku berdewam çav û milekî van li Malikî û Îran'êye.
Ev nivîs 211096 car hatiye xwendin.