Divê Amerîka Piştevaniya Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bike

Ted Cruz „Kurd dostê me ne, dema herî dijwar de ligel Amerikayê bune û qurbaniyên mezin dane, ji ber wê yekî ez bi hemu şêwe piştevaniya damezrandina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê dikim.“

PeyamKurd-Senatorekî Amerîkî ser bi eyaleta Texas radighêne, ku ragihandina Dewleta Serbixwe ya Kurdistan nêzîk buye û bangewaz ji welatê xwe Amerikayê dike, ku ew piştevaniya Kurdan bikin.

Ted Cruz, ku endamê Encumena Pîran e li ser eyaleta Texas dibêje, „Kurd dostê me ne, dema herî dijwar de ligel Amerikayê bune û qurbaniyên mezin dane, ji ber wê yekî ez bi hemu şêwe piştevaniya damezrandina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê dikim.“

Senator Ted Cruz, wek siyasetmedarek tê naskirin, ku ji mêj ve piştevaniya Kurdan dike û gelek caran li Kongres a Amerikayê parastina mafê Kurdistanê kiriye.


Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.