Dorpêçên nû yên Amerîka li dijî ÃZran û Hizbullahê
Li gora rapora nûçegîhaniya “Reuyters”ê, hejmarek ji parlemantarên Amerîkayê 3 pirojeyasayên nû derheqê danana dorpêçên berfireh yên li dijî Îran û Hizbullah a Lubnanê, radestî Parlemana wî welatî kirine, û her 3 terh di roja ÇarÅŸemî 4`ê Xezelwerê de bê tu djiyayetiyekê hatine pejirandin. Herwiha li gora van pirojeyasayên pêÅŸniyarkirî hemû kes, sazî û kompaniyên ku di dabînkirina çavkaniyên aborî û herwiha rakêÅŸana hêza mirovî de, digel Hizbullahê alîkariyê bikin, wê bikevin bin dorpêçana de.
Pejiradina wî terhî piÅŸtî axavitinên “Mich Pens”, cîgirê serkomarê Amerîka, di merasima bîranîna êrîÅŸ a li ser binkeya hêzên deryaî ya Amerîka di Bêyrûtê de hatibû encamdan, û îlankiribû ku Amerîka bêkar narûnê, daku Ayetûllahên ku di Tehranê de ne, pîlana êrîÅŸeke din li dijî wî welatî dabirêjin.
Herwiha pirojeyasaya duyem îÅŸarê bi cinayetên ÅŸer yên Îran û Hizbullahê dike, û li gora wê pirojeyasayê Îran û Hizbullaha Lubnanê, bi sebeba mifahwergiritina ji hemwelatiyan, weke mertalên mirovî, dikevine ber dorpêçan û terha sêyem jî ji NY dawxaz dike daku Hizbullaha Lubnanê bixe nav rêzbenda girûpên terorîstî de.
Girîngiya wan terhan di vê yekê de ye ku, ne tenê bi berfirehkirina asta dorpêçan zêde kiriye, belku bi giÅŸt saziya Hizbullahê weke girûpeke terorîstî nas kiriye û dixe ber dorpêçan de.
Hêjayê gotinê ye ku, terha çaremîn jî di destûra karê Parlemana nûnerên Amerîka de ye, ku derheqê bernameya mûÅŸekî a Îranê de ye, û herwiha ev pirojeyasa bi armanca kêmkirina bernameyên mûÅŸekî yên Îranê hatiye dirustkirin, û baleke taybetî dide mûÅŸekên ku hêza hilgiritna “kulahek”ên navikî hene.
Ev nivîs 210847 car hatiye xwendin.