Dosya kesê ku Demirtaş gilî kiribû ne xuya ye

Kesê yan jî kesa ku Selahattîn Demirtaşê Hevserokê HDPê yê berê  gilî kiribû û bibû sedema girtina wî, ku di raiya giştî de jî binavê xwe yê veşartî wek ‘Mercek' tê naskirin dosyaya wî/ê wenda ye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di sala 2009a de li dijî Selahattîn Demirtaşê Hevserokê wê demêyê HDPê serîlêdana giliyê hatibû kirin û ew şexsê ku vê giliyê kirî di raiya giştî de binavê : ‘Mercek’ hat ragihandin.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê, derheqê doza Demirtaşî de nivîsek weşand û got: "Di nava ewraqên serdozgeriyê de dosyeya şahidê veşartî yê bi navê Mercek nehatiye tespîtkirin." Doza Selahattin Demirtaş li Dadgeha Cezaya Giran a 19an a Enqereyê ev sê roj in dom dike. Di îdîanameya Demirtaş de îfadeya şahidekî veşartî yê bi navê "Mercek" jî cih digre. Dadgehê ji Serdozgeriya Komarî ya Amedê dosyeya îfadeyên şahide veşartî xwest. Lê dosya li halî hazirê de ne xuya ye.


Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.