Dugîn: Wê Kurdistan ji Sûrîyê bê destpêkirin

Nûnerê Taybet ê serokê Rûsyayê Prof. Dr. Aleksandr Dugîn, di derbarê Kurdistanê de axivî û dîtinên balkêÅŸ pêÅŸkêÅŸî raya giÅŸtî kir. Li gor Dugîn, Amerîka bê ÅŸik destek daye Kurdistana serbixwe lê ne li Iraqê, Amerîka dixwaze ji Sûrîyê dest bi avakirina Kurdistanê bike.

Li gor nûçeya Habertûrk, Prof. Dr. Aleksandr Dugîn gotiye: „Heke em karibin bi Îran, Turkîye, Sûrîye û Iraqê re bên ba hev û ji Kurdan re tiÅŸtekî maqûl pêÅŸniyaz bikin, emê karibin ewlekarîya xwe biparêzin“.

Aleksandr Dugîn, di axavtina xwe de behsa nasmaneyê jî kiriye û gotiye: „Divê em nasnameya Kurdî binpê nekin, ji ber gava em nasnameya Kurdî binpê û tune dikin, Kurd dikevin destê Amerîka û Îsraîlê. Kurd baÅŸ ÅŸer dikin, divê em rê nedin ku Kurd bibin pêlîztoka emperyalîzma Amerîkayê“.

 Prof. Dr. Aleksandr Dugîn, li dijî Kurdistanek serbixwe derdikeve, çareserîyê di yekrêzîya xaka Sûrîyê de dibîne û gotiye: „Divê Sûrîye yekparçe bimîne û mafê hemû kêmneteweyan bê garantî kirin. Siûdî Erebistan û Katar dikevin. Temamê qertan di destên me de ne. Ji bo kiryarên wê divê em spasîya Amerîkayê bikin û jê re bêjin ji Rojhilata navîn derkeve û biçe. Çareserîya pirsa Sûrîyê û pirsa Kurd tenê ev e“.

Dugîn, di dawîyê de behsa Barzanî û referandûmê jî kiriye û gotiye: „Mesûd Barzanî got ku di referandûmê de Amerîka bêdeng maye. JI ber ku desthilatdarîya Amerîkayê di kaos û alozîyê de ye, Trump heye; ji alîyekî dewleta kûr heye, ji alîyê din kesên ku piÅŸtgirîya Kurdan dikin hene. Li gor min Amerîkayê bê ÅŸik û guman destek daye Kurdistanek serbixwe. Lê ne li Iraqê, Amerîka dixwaze Kurdistanê ji Sûrîyê bide destpêkirin“.

 Z.B

 


Ev nivîs 210846 car hatiye xwendin.