Ebadî: Di nêzîk de emê mûçeyê Pêşmerge bidin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî, li Bexdayê di civîna çapemenîyê de anî zimên ku ewê di demek nêzîk de dest bi dana mûçeyê PêÅŸmergeyên Kurdistanê û karmendên Hikûmeta Kurdistanê bikin.
Daxuyanîya Îbadî, ji alî hêlên siyasî ve wek „kêmkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê“ hat nirxandin û texmînkirin.
Ji alîyê din, pirs û pirsgirêka radestkirina derîyê Îmrahîm Xelîl jî berdewam in. Serokwezîrê Tirkîyê Binali Yildirim, dabû zanîn ku derîyê Îbrahîm Xelîl radestî Iraqê kirine û ketiye bin kontrola Bexdayê. Lê rayedarên Kurdistanê vê yekê red dike û dide zanîn ku derîyê Îbrahîm Xelîl hîna jî di bin kontrol û desthilatdarîya Kurdistanê de ye.
Li gor Associated Press ragihandiye, rayedarê Kurd ê derîyê Îbrahîm Xelîl Abdül Vahap Muhammed, gotiye ku derîyê Îbrahîm Xelîl di din desthilatdarî û kontrola Kurdan de ye û tu rayedarekî Iraqî nehatiye Îbrahîm Xelîl.
Li gor Åžêwirmendê Hikûmeta Herêma Kurdistanê HoÅŸyar Zebarî gotiye, derîyê Îbrahîm Xelîl nehatiye dewrkirin, lê di derbarê derîyê Îbrahîm Xelîl de hevdîtinên rayedarên Kurdistan û Iraqê berdewam dikin
Z.B
Ev nivîs 210857 car hatiye xwendin.