Ebadî ketiye bin çakûçê Amerîka û sindanê ÃZranê de
Serokwezîrê Iraq Heyder Ebadî, di navbera guvaÅŸên Amerîka de ji bo hilweÅŸandina HeÅŸda Åžeibî û redkirina Îranê ji daxwaza Amerîka re, ketiye bin guvaÅŸeke mezin de.
Li ser vê yekê, rojnameya El-Cerîde ya Kiwêtî di raporekê de eÅŸkere kiriye, ku di serdana xwe de ya vê dawiyê ji bo Îranê, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji rêberê Koamara Islamiya Îranê Ayetulla Xamineyî re gotiye: "Ez bi niyet im HeÅŸda Åžeibî hilweÅŸînim û tevlî artêÅŸa Iraqê bikim."
Lê ev daxwaza ji aliyê Xamineyî ve hat redkirin û ji Ebadî re got: "Ti carî çênabe HeÅŸda Åžeibî bê hilweÅŸandin heya ku tevahiya metirsiyên emnî li ser Iraqê bidawî nebin û pêwîst e HeÅŸd wek xwebexÅŸên Besîc yên Îranî bin û piÅŸtevaniya hikûmetê bikin."
Li gorî heman rojnameyê, Ebadî bi zelalî ji Xamineyî re gotiye: "Di dawîn serdana xwe de ji bo Iraqê, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihandiye, ku îdara serok Donalld Trump daxwaz kiriye HeÅŸda Åžeibî were hilweÅŸandin, yan jî tevlî artêÅŸa Iraqê bibe û Amerîka bi wî mercî berdewam dibe li ser piÅŸtevaniya Bexdayê, ew jî ku Bexda nehêle HeÅŸda Åžeibî derbasî nav sînorên Herêma Kurdistanê bibe."
Berî niha jî Encûmena AsayiÅŸa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku HeÅŸda Åžeibî bi alîkariya Supaya Pasdaran û Hizbullaha Lubnanî ji çar aliyan ve êrîÅŸî navçeyên rojavayê Dicla kiriye, vê yekê hiÅŸt ku wezîrê derve yê Amerîka bi telefonê pêwendiyê li gel Ebadî bike û jêre gotiye, ku hûn Ereb in ne Furs in û pêwîst e hejmûna Îranê li ser Iraqê bidawî bînin.
PiÅŸtî wan pêÅŸketinan, Ebadî ferman da HeÅŸda Åžeibî ku êrîÅŸên xwe li ser Herêma Kurdistanê rawestînin.
Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.