Ebadî muçeya mîlîsên Heşda Şeîbî anî seviya leşkerên Iraqê..
PeyamaKurd-Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî muçeya Herêma Kurdistanê kûrt dike, lê mûçeyên çekdarên Heşda Şeibî zêde kir, yanî muçeyê wan gihand seviya leşkerên artêşa Iraqê.
Wek çapemeniya Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Ebadê fermana dîwana serokatiya hikûmeta Iraqê vaje kiriye kû tê de biryara zêdekirina mûçeyên çekdarên Heşda Şeibî derbaz dibe. Ji vî gavî sunda, wê muçeyên milisên Heşda Şeibî jî wek leşkerên Iraqê be.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi ev gava hanê kêşeya navbera Hewlêr û Bexdayê kûrtir dike, ji ber ku budçeya Herêma Kurdistanê ya sala 2018 kêm kiribu. Ji aliyê din, ev bu çendîn caran ku Heyder Ebadî soz dide, wê muçeya Fermanberên Kurdistanê rêbike, lê ta nuha tevgerek ji Bexdayê nayê dîtin.
Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.