Ebadî qedexeya ser Frotgehên herêma Kurdistan...
PeyamaKurd-Rêvebirê Frotgeha Hewlêr Talar Tewfiq ragihand, ku hikumeta Iraqê ragirtina geştên ezmanî ji Frotgehên Hewlêr û Silêmanî ta 31.05.2018 dirêj kirine.
Berdevkê Wezareta Gwastinê Ûmîd Mihemmed Salih, li ser qedexekirina geştên ezmanî di Firotgehên herêma Kurdistanê de got, „Ji ber peywendî û giftûgoyên ku di navbera herêma Kurdistan û Iraqê de jibo nêzîkbuna herdu aliyan sebaret bo çareseriyê dihatin kirin, me bawer nedikir, ku hikumete Iraqê qedexeya ser Frotgehên herêma Kurdistanê 3 mehên din dirêj bike.“
Ûmîd Mihemmed Salih got, biryara dirêjkirina dema 3 mehên din nayê wî vateyê, ku qedexeya ser Firotgehan ta dawiya meha 5 berdewam bike.
Li ser têbiniyên wek, „dirêjkirina qedexekirinê bo 3 mehên din dibe sedema jidestçuna sifeta navneteweyibuna Firotgehên herêma Kurdistan,“ Ûmîd Mihemmed got, "Naskirina nasnameya navnetewebuyînê jibo hemu Frotgehan Instituya Frokewaniya Cîhanê diyar dike. Eger die Frotgehêkî da çend meh geştên ezmanî neyên kirin, nayê vateya jidestçûna sifeta navnetewebuna Frotgehan“
Wek tê zanîn hikumeta Iraqê, li ser çêkirina referanduma serxwebuniyê li Kurdistan, geştên navneteweyi ji Frotgehên herêma Kurdistanê dabun rawestandin.
Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.