Elî Ewnî: Xelkê Kurdistanê baş zane kê Kerkûk firotiye

Firotina Kerkûkê û xiyaneta beÅŸek ji YNK û malbata Talabanî Kurd êÅŸandin û brînek kûr di bedena Kurdistanê de vekir. Xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin wê di dîroka Kurdistanê de wek rûpelek reÅŸ cîhê xwe bistîne xiyanetkar jî wek rûreÅŸ derbasî dîrokê bibin.

Di derbarê xiyaneta Kerkûkê û çend parlamenterên ku dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin de, Endamê Serkirdayetîya PDK Elî Ewnî ji BasNewsê re axivî û da zanîn ku Ala Talabanî, Åživan Dawûdî û Sîrwe Ebdulwehîd nûnerên Bexda yên li Kurdistanê ne û xizmeta Ebadî û hikûmeta Iraqê dikin.

Elî Ewnî, di dewama axavtina xwe de bal kiÅŸand ser xiyaneta Kerkûkê û got: „Xiyaneta Kerkûkê encama xeletî û xiyaneta komek nezan û korfehmanan bû. Heke li Kerkûkê ÅŸer û berxwedan hatiba kirin rewÅŸ wiha nedibû, cîhan jî bêdeng nedima“.

Elî Ewnî, da zanîn ku „tenê pêÅŸmergeyên Kosret Resûl li Kerkûkê ÅŸer kirine“ û got: „Wê rojek bê yên ku Kerkûk teslîm kirin wê baca wê bidin, xelkê Kerkûkê baÅŸ wan nas dikin û zanin kê Kerkûk firotiye“.

Elî Ewnî, daxuyand ku parlamenterên YNK Ala Talebanî, Åživan Dawûdî û parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahîd xizmeta Ebadî û hikûmeta Iraqê dikin û got: „Bexda naxwaze bi Kurdistanê re dest bi dan û stendinê bike, ew dixwazin îradeya gelê Kurdistanê bi temamî biÅŸkînin. HiÅŸmendîya ku li Bexdayê heye hiÅŸmendîyek ÅŸovenîstî ye. Çawa ku wan beÅŸek ji sunnîyan kirîne, dixwazin hinek siyasetmedarên Kurd jî bikirin“.

 Z.B


Ev nivîs 210893 car hatiye xwendin.