Em rê nadin ku Amerîka bikeve herêmên kurdan

Ali Ekber Velayeti Şewirmendê Serek ê Lîderê Olî yê îranê  Ayetullah Hamaneyî piştî ku bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî re hevdîtinek kir derheqê serdana Rex Tîllersonî yê li Rojhilata Navînde daxuyaniyek da.

Velayeti îdîa kir ku arîşeya mezin a Rojhilata Navê Amerîka ye û wiha got:”Serdana Rex Tîllersonî yê li welatên Rojhilata Navê nîşaneya têkçûyîna polîtîkayên Amerîkayê yên li vê herêmê ye."

Velayetî da zanîn Îran hemû hewldanên Amerîkayê yên li Rojhilata Navê kontrol dike û teqez e Îran, Iraq û Sûriye dê bê navber li dijî hebûna Amerîkayê bisekine û rê ne de ku Amerîka bekev e herêmên ku kurd lê dijîn.


Ev nivîs 210798 car hatiye xwendin.