Em xwe deyndarê miletê Kurd dizanin, ji ber ku Kurd...

François Hollande; Em xwe tim û tim deyndarê miletê Kurd dizanin, ji ber ku Kurdan ji dêleva me û jibo hemu Cîhanê şerê terorîstên DAIŞ’ê kirin û ta dawiyê jî hevsengerên me bun.“

PeyamaKurd-François Hollande; Pirsa Kerkûkê xiyanetekî navxweyî bu ji ber wî me nekarî em tiştek bikin.

Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande, di merasimekî de, ku ji aliyê Rêxistina Kurdî-Fransî hatibu amadekirin got, „Pirsa Kerkûkê xiyanetekî navxweyî bu ji ber wî me nekarî tiştek bikin.“

François Hollande di berdewamiya axaftina xwe da got, „Em xwe tim û tim deyndarê miletê Kurd dizanin, ji ber ku Kurdan ji dêleva me û jibo hemu Cîhanê şerê terorîstên DAIŞ’ê kirin û ta dawiyê jî hevsengerên me bun.“

Jibo pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê F. Hollande rexne li siyaseta Heyder Abadi girt û got, „Divê Ebadî siyaseta xwe li hember herêma Kurdistanê bigore û boçunên siyaseta xwe dubare ji ber çav derbaz bike.“


Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.