Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yekem car piştî bûyerên 16ê cotmehê civiya

Peyamakurd- PiÅŸtî bûyerên 16ê Cotmehê kû HeÅŸda Åžeibî û artêÅŸa Iraqê êrisa Kerkûk kiribun, duh encumena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna 22 endaman yekemîn civîna xwe çêkirin. Babet, hilbijartina Parêzgerê Kerkukê.

Bi gor Partiya Demokrata Kurdistan û Yekgirtûya Îslamî Necmedîn Kerîm hêjî parêzgarê Kerkûkê ye. Lê Yekîtiya NîÅŸtîmaniya Kurdistanê ne di vî baweriyê da ye û Rizgar Elî ji bo Parêzgerê nu namzet destnîÅŸan kiriye.

Necmedîn Kerîm, Parêzgeha Kerkûkê berî çend rojan hevpeyvînekê dabu Rûdawê ku gotibu, li gorî biryara herî dawî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ew hêjî parêzgarê fermî ya Kerkukê ye.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî jî di heman baweriyê da ye û got: “Em li gorî yasayên Brîmer kar dikin. Ji ber vê yekî Necmedîn Kerîm hê jî parêzgarê fermî yê parêzgeha Kerkûkê ye.”

Rizgar Elî wek namzetê nu yê YNK dibêje: “Polîtbûroya YNK ê ez wek namzetê nu hilbijartime. YNK azad e kî bike namzet, PDK nikare xwe tevlî vî karî bike.”

Wek tê zanîn Rizgar Elî sala 2003 jî namzet bu jibo postê parêzgeha Kerkukê, lê nehatibu hilbijartin.

Tê gotin ku YNK bi serê xwe nikare bê PDK û Yekgirtûya Îslamî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicivîne û biryaran bigre.

M.E.

 


Ev nivîs 210822 car hatiye xwendin.