ENKS: Eger kesekî ku navên xwe dikin Artêşa Azad...

PeyamaKurd - Nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li nav opozisyona Sûriyê, Şelal Gedo daxwaz kir ku devera aram bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bê avakirin û xelk bi xwe jî devera xwe birêve bibin.

Şelal Gedo da xuyakirin ku gelekî giring e, Kurd beşdarî hevdîtin û kongreyên navdewletî yên taybet bi pirsa Sûriyê bibin, da ku li ser asta navdewletî mafê gelê Kurd bê parastin.
Gedo daxwaz kir ku devera aram bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bê avakirin û xelk bi xwe îdareya herêma xwe bikin.

Gedo wiha got, “Eger Tirkiye, PYD an kesekî ku navên xwe dikin Artêşa Azad, li devera aram desthilatdar bin wê demê pirsgirêk dê derbikevin. Eger devera aram çêbibe divê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bê avakirin û xelkê wê deverê rêveberiya wê derê bikin.


Ev nivîs 210760 car hatiye xwendin.