Erdogan: Armanca me ne dagirkirina Efrînê ye
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ku beyanatek daye rojnameyeka Îtalî re di wir de bi berfirehî behsa operasyona Efrînê û di dibêje :"Armanca me bi vê operasyonê re ne dagîrkirina wî bajarî ye. Her wiha tu pirsgirêka me jî bi kurdên Sûriyê re nîne."
Serokomarê Tirk di beyanata xwe de êrîşên artêşê yên bi ser gundên sivîl de red dike û kuştina sivîlan ya bi rêya êrîşên artêşê qebûl nake.
Serokê giştî yê AKPê her wiha gotiye ku ti pirsgirêka wan li gel kurdên Rojavayê Kurdistanê tine ye û di pêşerojê de jî wê ti pirsgirêk çênebin.
Ev nivîs 210796 car hatiye xwendin.