Erdogan bi Macron re axivî

Serokomarên Tirkiyeyê û Fransa di pêwendiyeke telefonî de êrîşa Efrînê û lûtkeya Soçî gotûbêj kirin.

Koşka serokatiya Fransa, Koşka Elyseeyê ragihandiye, Emmanuel Macron û Recep Tayyip Erdogan di wê pêwendiya telefonî de ku duh Şamiyê hatiye pêkanîn, derbarê rewşa Sûriyê û operasyona wê dawiyê ya Tirkiyeyê ya bo ser Efrînê di nava axa Sûriyê de bi hev re axivîne.

Li gorî Koşka Elyseeyê, Macron û Erdogan li ser “nexşerêyeke siyasî” bo çaresekirina krîza Sûriyê li hev kirine. Koşka Elyseeyê diyar kir, ku her du serokomaran di wê pêwendiya telefonî de li hev kirin, ku “li Sûriyê li ser nexşerêyeke dîplomatîk di heyama çend heftiyên bihê de kar bikin.”

Li gor koşka serokatiya Tirkiyeyê jî di wê pêwendiya telefonî de Erdogan bal kişandiye ser wê yekê ku çavê Tirkiyeyê ne li ser axa ti welatekê ye û tekezî li ser wê yekê kiriye, ku armanca Tirkiyeyê ji êrişa ser Efrînê, “jinavbirina grûpên terorîstî di çarçoveya operasyna Çiqla Zeytûnê de” ye.

Koşka serokatiya Tirkiyeyê herwiha daye xuyakirin, ku Erdogan derbarê êrişa artêşa wî welatî ya bo ser Efrînê de hin agahî pêşkêşî Serokomarê Fransa Emmaneul Macron kiriye û gotiye, PYD û YPGê bi mûşekan êrîşî bajarên Hatay û Kilisê dikin.

Li gorî heman çavkaniyê, herdu aliyan li ser yek nêrînê bûn, ku ji nêzîk ve kar li ser pirsên navçeyê bikin, bi taybet jî proseya siyasî ya Sûriyê û pêşxistina pêwendiyên du alîy ên navbera Fransa û Tirkiyeyê.

Gotûbêja Erdogan û Macron derbarê rewşa Sûriyê de di demekê de ye, ku êrişa Tirkiyeyê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e û derbasî roja 16ê bûye.

Di heman roja pêwendiya navbera Erdogan û Macron de, şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG/HSDê û hêzên Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê de li Efrînê qewimîn û 7 serbazên Tirkiyeyê di encama pevçûnan de hatin kuştin, ku 5 ji wan di encama têkbirina tankeke Artêşa Tirkiyeyê de ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kuştin.


Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.