Erdogan ji bo Safîn Dizayî sersaxî xwest

Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan ji bo Safîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku dayika wî çend roj berê wefat kiribû bi rêya telefonê sersaxî xwestiye.

Li gorî agahiyên hatine ragihandin Serokomarê Tirk roja pêncşemê li Peyvdarê Hikûmeta herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî geriya ye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdoganî ji bo Dizeyî û malbata wî sersaxî û sebr xwestî ye. Dizeyî jî sipasiyên xwe bo desthilatdarê tirk vegotiye.

Dayika Safîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Necîba Axa Ehmed Bayizî roja çarşemê wefat kiribû.


Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.