Erebistana Si’ûdî: Bila hemwelatiyên me Lubnanê terk bikin
Wezareta karê derve yê Erebistana Si’ûdî ji hemwelatiyên xwe yên li Lubnanê dimînin, daxwaz kir ku Lubnanê terk bikin.
Di beyana ku di ajansa fermî ya Erebistanê de, di SPA de ji aliyê wezareta karê derve de hatiye balavkirin dibêje: “Hemwelatiyên Erebistana Si’ûdî yên ku li Lubnanê dimînin an kesên ku bi armanca gere hatine Lubnanê ji ber ÅŸert û mercên neyînî, divê yekser Lubnanê terk bikin.”
Di beyanê de kesên ku plan kirine wê herin Lubnanê û bilêtên xwe kirine, bila çûna xwe betal bikin.
Li Lubnanê berpirsekî li asta bilind weha gotiye: “Åžemiya borî, Saad Herîrî li Erebistana Si’ûdî îstîfa kiribû û di peyde venegeriyaye Lubnanê. Em bawerin ku Erebistanê dest daniye ser Saad Herîrî.”
Rêvebirekî hukumeta Lubnanê dibêje ku ji bo Herîrî dagere welatê xwe, divê civaka navdewletî zorê bide ser Erebistanê û weha dewam dike: “HiÅŸtina Herîrî li Erebistanê û kêmkirina ÅŸiyanên wî, êrîÅŸe bo ser hukumraniya Lubnanê. Îtîbara me ya wî ye. Ji bo em wî dagerînin Beyrûdê, em ê bi dewletê biyanî re bixebitin.”
Ji ofîsa Herîrî hat ragihandin ku Saad herîrî, li Riyadê bi balyozê Fransayê re hatiye cem hev. Di rojên pêÅŸ de, wê bi dîplomatên Yekîtiya Ewrûpa re, bi Brîtanya û Amerîka re were cem hev.
Herîrî ÅŸemiya borî li Riyadê dev ji serokwezîrtiya Lubnanê berdabû û gotibû ku ji jiyana xwe endîÅŸe dike. Wezîrê karê derve yê Erebistanê ragihandibû ku Herîrî di dagera welatê xwe de serbeste le ew danegeriya welatê xwe. PiÅŸtî îstîfa xwe dide, diçe Emarata û di peyde car din dadigere Riyadê.
Ev nivîs 210850 car hatiye xwendin.