Esed YPG û PYD tehdîd kir
BeÅŸar Esed: Bi zorê be jî hûnê wan deveran teslîm bikin.
Serokê Sûriyê BeÅŸar Esed ji ÅŸandeke Amerîkî re ragihand ku ew bi tu awayekî li ser Rêveberiyeke taybet ji bo Kurdan qebul nakin û Kurdistaneke din li Sûriyê çênabe.
Esed rasterast HSD, YPGê tehdîd kir û got eger navçeyên di bin destê xwe de bi riya danûstandin û lihevkirina niÅŸtîmanî ji ji bo dewleta Sûriyê venegerînin, ewê bi riya leÅŸkerî kontrol bikin û ew qet rê nadin demigrafya tui navçeyeke Sûriyê were guhertin.
Åžandên ku vê dawiyê serdana Esed kirbû, dibêjin Esed ji Mosko re gotiye, ku bi tu awayî navê Gelên Sûriyê ji bo kongireya Soçî qebul nakin, bi gotina Esed, tenê yek gel li Sûriyê heye, lewma Rûsya razî bû navê kongireyê ji kongireya Gelên Sûriyê ji bo Kongireya Diyaloga NiÅŸtîmanî ya Sûriyê biguhere.
Ev nivîs 210929 car hatiye xwendin.