Kurdistan berê jî bi zelzele û erdhejan dihejîya, Kurd berê jî di erdhejan de dimirin, can û malê xwe wenda dikirin. Di dema xwe de erdheja Cewlikê (Bîngolê), Ezircanê, Wanê, û hinek bajarên din Kurd ÅŸerpeze kiribûn, can û malê wan talan kiribûn. Lê zelzele û erdheja herî mezin di 2017an de çêbû. Malwêranî û malkambaxîya herî mezin di 2017an de çêbû.
Erdheja yekem li Bakurê Kurdistanê di ÅŸerê xendekan de çêbû. Li Sûr a Amedê, Cizîrê, Åžernexê, Nisêbîn, Hezex û bajarên din 13.600 xanî herifîn, wêran bûn. Zêdeyî 7 hezar Kurd hatin kujtin. Û sosreta mezin, ev erdhej bi destê hinek Kurd û Tirkmancan, bi eÅŸkereyî hat çêkirin.
Zelzele û Erdheja duyemîn dîsa bi destê Kurdan li Kerkûkê çêbû. Hinek Kurdan xiyanetek mezin li Kurdistanê kirin, xewna Kurdistana serbixwe ji bo demekê vemirandin û dilê Kurdistanê Kerkûk radestî dijmin kirin.
Zelzele û erdheja sêyemîn jî çi xwezayî be, çi jî bi ceribandina çekên nukleerî be, li BaÅŸûr û Rojhilatê Kurdistanê çêbû û darbeyek din li Kurdan ket, dîsa can û malên wan heba bûn.
Di vê erdheja bi xurtbûna 7,3 an de, Kurdên Silêmanî, Helebçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê KirmanÅŸah, Qesrî Åžîrîn û deverên din raserî malxirabûnek mezin hatin. Mirina zêdeyî 400 Kurdan, brîndarîya zêdeyî 6 hezar û 600 Kurdan em êÅŸandin, brînên me kûrtir kirin, dest û lingên me li hev gerandin.
Hinek dibêjin „Îranê çekên nukleerî di xaka Kurdistanê de ceribandine, erdhej ji ber wê çêbûye“. Hinek jî erdhejê wek rûdanek xwezayî dinirxînin û xwe davêjin tor û bextê yezdanê pak. Li Koreya Bakur jî çekên nukleerî hatibûn ceribandin, û di encamê de erdhejek mezin çêbibû. Di xaka Kurdistanê de ceribandina çekên nukleerî yên îranê çiqas rast e, em nizanin. Lê di her halûkarê de yên dimirin û mirine dîsa Kurd in, yên per perîÅŸan û derbeder bûne û dibin dîsa Kurd in. Ha bi çekên kîmyewî, ha bi erdhejek xwezayî. Mirin her para Kurdên reben e.
Helbet ev ne erdheja pêÅŸîn û ne ya dawîn e. Di dîroka xwe de Kurdan gellek erdhej û zelzeleyên giran jiyan e, derbas kirine, hîna jî wê bijîn û bibînin. Lê zelzele û erdheja herî giran û mezin xiyanet e, xiyaneta bi Kurd û Kurdistanê re ye. Tu erdhej wek xiyanetê bandorek mezin li Kurdan nekiriye û nake. Di dîrokê de her û her erdheja xiyanetê bûye sedema têkçûn û binketina Kurdan, sedema koletî, bindestî û parçebûna Kurd û Kurdistanê.
Brînên erdheja xwezayî tên cebirandin û derman dibin.
Lê brînên erdheja xiyanetê nayên cebirandin, nayên jibîrkirin û heta bi mirinê di dîroka milletê Kurd de wek rûreÅŸîyekê dimînin.
Bi vê minasebetê, bela serê milletê Kurd sax be..
Bela Kurdistan sax be…
Peyama Kurd