Ez piştevaniya kak Kosret Resul dikim, jiber ku dizanim...
Mehmûd Sengawî, “Ez piştevaniya kak Kosret Resul dikim, jiber ku dizanim ew rast e. Hêro Xanim hevjîna Mam Celal e û ez rêz jê re digrim. Lê YNK jiber siyaseta xelet ya Hêro Xanim ê ketiye vê rewşê.”
PeyamaKurd-Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Mehmûd Sengawî di daxwiyaniyek li gel kanala Rudawê de dibêje, Kurd dikarin di maweya 10 seetan de Kerkuk bigrin eger bixwazin. Lê ev bi şer mimkun dibe, şer jî zirar dighêne Kurdan. Kurd divê li ser Diyalog israr bikin.
Kerkuk demek Guncaw de vedigere ser herêma Kurdistan
Bi baweriya Mehmûd Sengawî, Kurdan nekarîne siyaseta cîhanê, ya welatên cîran û ya siyaseta navnetewî bixwînin û jibona wê jî ruberuya krîzê bune. Her weha Sengawî dibêje, „DAIŞ li herêmê bihêz dibe. Ev dibe sedema aloziyên navbera, Amerîka, Îsraîl, Îran û welatên din li Kendavê. Eva hanê dikare bibe destpêkirina şerekî nu. Bi vî hawayî, dibe ku di encama bûyeran de jibo Kurdan derfetên nu jibo vegera Kerkûkê werin pêş.”
Berhem Salih venagere YNK
Endamê Polîtburoya YNK ji aliyê din li ser pirsa Berhem Salih got, malbata Celal Talabanî hewl daye ku Berhem Salih vegere YNK, lê Berhem Salih qebul nekiriye. Jibo yekrêziya Kurdan jî Sengawî got, divê Kurd bizanibin ka çi dixwazin û li ser wê esasî yekitiya xwe pêkbînin.
Li ser pirsgirêkên navxweyî di nav refên YNK de Sengawî bi şêweyek zelal dibêje; “Ez piştevaniya kak Kosret Resul dikim, jiber ku dizanim ew rast e. Hêro Xanim hevjîna Mam Celal e û ez rêz jê re digrim. Lê YNK jiber siyaseta xelet ya Hêro Xanim ê ketiye vê rewşê.”
Ev nivîs 210836 car hatiye xwendin.