Fermandarê koalîsyona navdewletî: PYDê kartêk qezanc kir

Fermandarê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serpereştiya wê dike, Paul E. Funk ragihand ku tevî bertekên Tirkiyeyê jî dê li Minbiçê bimînin û bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê ne û dê piştgiriya wan ya ji bo HSDê jî bidome e.

Fermandarê hevpeymaniya dijî DAIŞê yê Amerîka Paul E. Funk derbarê serdana xwe ya Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê de bersiva pirsen rojnamegeran da. Funk li ser hebûna leşkerên Amerîkayê li Minbicê û HSDê wiha got: "Armanca Amerîkayê kêmkirina gengeşiyên li herêmê ye. Wexta ku ti kes nikarîbûn biketana Reqayê wan Reqa rizgarkir û bi ya min li ser maseyê sandalyekê bi HSDê da qezençkirin. Em bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê ne."


Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.