Fraksiyona Kurdistanî runiştina Parlamentoya Iraqê boykot kirin.

PeyamaKurd- Parlamentoya Iraqê di kombuna xwe ya îro de, ji derveyî amadebuna Fraksiyona Kurdistanî ji 58 maddeyan 45 madde sebaret bi butçeya giştê ya 2018’an pesend kir. Fraksiyona Kurdistanî runiştina parlamentoyê boykot kirin.

Parlamenterê bi navê Ednan Esedî, ku ser bi hevpeymaniya Dewleta Yasa ku Nurî Malîkî serokatiya wî dike, got, „Xeyala Kurdan vegerandina pişka berê ya sedî 17 bi dawî hat. Em bi şêweyek gelek zelal û vekirî ji wan re dibêjin, ji îro pêve ew xewna sedî 17 nayê dîtin. Her weha piraniya parlamentoyê hemfikirin, ku butçeyeke din ji herêma Kurdistanê re nayê dabînkirin û hêdî deng li ser butçeya giştî ya 2018ê nayê dayîn.”


Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.