Fransa hîşyarî dide Îran...
PeyamaKurd-Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian, berî ku roja Duşemê seredana Îranê bike ragihand, roja, ku Îran wê rastî cezayên nû bê eger hatu ew programa mûşekên balistîk nede ber çavên xwe.
Le Drian got, çalakî û hewldanên bernameya mûşekên balîstîk ya Îranê ne li gorî pîvanên Encûmena Asayişa Navnetewî ne. Îran hinek mûşek hene, ku dikarin hezaran kîlometreyan bikin hedef.
Herweha Le Drian ragihand, ku Îran dikare rastî cezayên nu were, eger hewldanên Îranê neyê çareserkirin. Divê Îran bizanibe ku hewldanên wan dibin sedema bê istikrariya Rojhilata Navînê.
Ev nivîs 210776 car hatiye xwendin.