Futbolîstê ÃZranî Azmun: Ji bo ku ez li Kazanê me, kêfxweÅŸ im

Futbolîst Serdar Azmunê ku di yek ji tîmên Lîga Premier a Rûsyayê Rubin Kazanê de dilîze û herwisa formaya tîma neteweyî ya Îranê li xwe dike diyar kir ku beriya ew were Rûsyayê, wî nizanîbû Kazan bajarekî Misliman e.

Azmun roportajeke taybet da televizyona Russia Today û ev tiÅŸt gotin, "Beriya ez werim Rûsyayê, min nizanîbû Kazan bajarekî Misliman e. Ya rast wê gavê ji bo min ne girîng bû. Niha li vir im û kêfxweÅŸ im. Nûnerên hemû dînan li hemberî min baÅŸ tevdigerin. Her dem amade piÅŸtgiriyê bidin min."

Futbolîstê Îranî herwisa behsa xwarinên ku ew jê hez dikin, kir.

Azmun derbirî ku ew ji xwarinên Îranê hez dike û axaftina xwe wisa berdewam kir:

"Ez nikarim bibêjim, ji xwarinên Îranê bêpar im, ji ber ku dayika min b imin re dimîne û bi rêkûpêk xwarinên me çêdike. Bi piranî di rojên lîstikê de min delalî dike. Ji xwarinên herêmî jî herî zêde ji spagettiye hez dikim."

Azmun bang li futbolhezên Îranî kir û ji wan xwest ku di dema Qûpaya Cîhanê ya FIFA-2018an de serdana Rûsyayê bikin.


Ev nivîs 210878 car hatiye xwendin.