Gelo Baxistanî pêwendiyên PKK ligel Îsraîl û Amerîkayê çêkiriye?
Peyamakurd- Bi gor daxwiyaniya serdozgeriya Mersinê, Dawud Baxistanî bi nasnameyek sexte bi navê “Turgay Canbulut” ji aliyê hêzên li dijiyê terörê ser bi Kumandariya Jendermeyên bajarê Mersînê, bi tawana “Pêwendîdarî ligel PKK/KCK” hatiye girtin.
Serdozgeriya Mersînê ragihand, ku Dawud Baxistanî li Îraq di baregahên “rêxistina Terorê” de ji endamên rêxistinê re axiftiye û nuha jî li ser tora medya civakî propaganda jibo “Rexistina Terorê” dike.
Herweha hat ragihandin ku Dawud Baxistanî heman deme de serokatiya Instituya Kurd û Israil kiriye û jibona pêwendiyên “Rêxistina Terorê” ligel Îsraîl û Amerîkayê kar kiriye. Ev hewldan û propaganda jibo rêxistinê di kovara, ku li Israil derdiket, dihate dîtin.
Di operasyona girtina Dawud Baxistanî de 3 kesên din jî bi navên Mahimenur A, Heqî A. û Enîs Y. hatine girtin.
Baxistanî û kesên ku ligel wî hatine girtin, nuha di Kumandariya Jendermeyê Bajarê Mersînê bin çavdêriyê da ne.
Ev nivîs 210723 car hatiye xwendin.