Gelo dê operasyona leşkerê tirk heta hefteyekê bidawî bibe?
Ji ber operasyona leşkerê tirk yên bi ser Efrînê de dê sibê dibistanên li Kilisê neyên vekirin. Walitiyê ragihand ku dibistan li Kilisê dê roja 12ê vê mehê bên vekirin.
Ev mijar jî bû sebeba pirsê bê gelo dê heya 12ê mehê dê operasyon bidawî bibe? Li Tirkiyeyê dibistanên ku ev 15 roj in betal bûn dê sibê bên vekirin û dest bi beşa duyê ya sala perwerdehiyê bikin.
Ji aliyê Walitiya bajêr ve hat ragihandin ku ji ber ku Kilis li sînorê Efrînê ye dibistan dê heta roja 12ê meha duyê betal bin. Hêjayî gotinê ye carcaran ji aliyê Efrînê bi ser Kilisê de roket jî têne avêtin. Vêca hêj nayê zanîn bê dê heya 12ê mehê operasyona leşkerê tirk bidawî bibe an ne.
Ev nivîs 210809 car hatiye xwendin.