Gelo navbera YNK û PKK têk diçê ?
Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan, di medya xwe de hêriş dibe ser PKK ji bona ku PKK di hilbijartinan de alikariya Şasiwar Abdulwahidî dike. YNK ev helwesta PKK wek dijberiya xwe dizane lê heman demî de amaje li ser wî yekî dike ku PKK ne di wê astê de ye ku bikaribe bandora ser dengdarên YNK bike.
Têkçuna pêwendiyên PKK û YNK bi operasyona MIT’a Tirkiye destpêdike, ku berî demek li bajarê Silêmaniyê jibona girtina Cemil Bayik hatibu plankirin.
Diyar Xerib, endamê desteya serokatiya KCK Koma Civakên Kurdistan aliyekî YNK bi hevkarîkirina MITa Tirkiyê tawanbar dike û heman demê de amaje bi wê yekî dike ku komek ji hinek kadirên YNK ji plana MIT’a Tirkiyê agahdar bune.
Nuha jî, piştî ragihandina hevpeymaniya grubekî ser bi PKK li Silêmanî di listeya Şasiwar Abdulwahid de çapemeniya YNK dest bi herişên dijwar beramber bi PKK dest pêkiriye. Ragihandina ser bi YNK nivîsandiye, ku alîgirên PKK wek GORAN, Berhem Salih û wek grubên din çavên xwe berdane ser mîrasa YNK.
Zana Abdulrahman, ku parlamenterê YNK’ye da zanîn ku alîgirên PKK di hilbijartinên derbazbûyî de jî beşdarî di hilbijartinan de kiribun, lê nekarîn serkeftinek bidest bixin, ku bandora wan li ser YNK hebe.
Ev nivîs 210841 car hatiye xwendin.