Ger ez azad nebim, nikarim ji kesek din re bibim alîkar.
Ez wek Kurdekî hatime dinyayê, ez bi zimanê Kurdî û çanda Kurd mezin bu me. Hemu bîreweriyên min ji çand û zimanê Kurdî tên. Ez ji vî gelek hes dikim.
Peyamakurd- Şahram Nazeri, berî maweyek hevpeyvînek dabu televozyona Australya ku tê de Kurda wek Netewe destnişan kiribu. Li ser vî yekî, hinek Îranî bi riya tora medya civakî hêriş biribun ser hûnermendê Kurd. Wî jî, ev nivîsa jêrin wek bersiv di malpera xwe ya civakî de belav kiribu. Em jî, kurmanciya wî pêşkêş dikin jibo xwenderên Peyama Kurd.
„Ez Kurdim, wek mirovek Japonî, wek Farisek, wek pestreşekî yan jî wek mirovek din ku di vê cîhanê de dijî. Ev ne di bin desthilatdariya me da ye. Nabe ku mirov pê serbilind be, lê her weha nabe ku mirov ji vî şerm bike. Ev rastiyek jiyanê ye û tiştekî siruştiye.
Lê belê, ew kesên ku jiyan û bextewariya xwe li ser bêbextiya min ava dikin û serbilindiya xwe li ser bindestî û bêrêziya kesayetiya min ava dikin, wek Sartre(Fîlozofek Fransî) dibêje, ev nerînek faşistane ye...
Eger ez nasnameya xwe, zimanê xwe, mafên xwe ên civakî û siyasî wek netewe înkar bikim, ke wate ez înkara şexsiyeta xwe wek mirovek dikim. Û bi vî hawayî mirov xizmeta Faşizmê dike. Mafê çarenusiyê, hêjayî ya herî grîng û mezin ya mirovayetiyê ye. Ji ber vê jî, ez mafê nasnameya Kurdbuniya xwe heta axirîn nefesa jiyana xwe diparêzim û şerê Faşizmê dikim.
Ez wek Kurdekî hatime dinyayê, ez bi zimanê Kurdî û çanda Kurd mezin bu me. Hemu bîreweriyên min ji çand û zimanê Kurdî tên. Ez ji vî gelek hes dikim. Ziman û çanda min, di ev cîhana modern da pêwîstî bi alîkariya siyasî, civakî û pêwîstî bi alikayriya çandî heye. Min jî, ev kiriye erkê ser şanê xwe, ku ez xizmeta ziman û çanda xwe bikim. Ev mafê min ê mirovayetiyê ye. Min çavê xwe bernedaye ser mafê mirovên din û ez ne dijminê çand û zimanê wa me.
Lê ta ku ez wek Kurdekî azad nebim, nikarim ji kesek din re bibim alîkar.
Ez daxwaza mafên xwe ên rewa dikim. Pêkhatina vî, di nav dewletekî da, ligel we yan bê we çêdibe, ev jî bi girêdayiya helwest û nêzîkbuna we ye li hember me Kurdan.
Baweriyamin bi mafê mirovan, bi hêjayî û demokrasiya Rojava heye. Jibona ku ez nekevim bin kemîna dogmatîzmê, ez her tim û tim li ser ev hêjayî û prensîpan dimînim.“
Şahram Nazeri, Stranbêj û Komponistê Kurd ji Kirmaşan
Ev nivîs 210785 car hatiye xwendin.