GORAN, “Em postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê dixwazin“
Tevgera GORAN, ‘’Eger em postê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê vernegrin, divê em bikaribin postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê verbigrin.“
PeyamaKurd- Rêvebirê Tevgera Gorran Şêx Omer Kake Heme ragehand, çawa ku YNK li ser erkê cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê rijd dimîne, divê erkê cîgirê serokê herêma Kurdistanê jî jibona GORAN bimîne jiber ku ew jî erkekî başe.
Di berdewamiya daxwiyaniya xwe de, endamê Civata giştî ya Tevgera GORAN ji BasNews re got, “Herçend partî û aliyên siyasî hê jî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê lihevnekiribin jî, lê YNK ji ya xwe nayê xwar û dixwaze postê cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê jibona Qubad Talabanî werbigre. Em jî wek tevgera GORAN di wî baweriyê da ne, ku divê erkê cîgirê serokê herêma Kurdistanê jî bibe mafê me.“
Ev nivîs 210756 car hatiye xwendin.