Grûbeke nû ya çekdarên nenas navçeyekê Kurdistanê dagir kirin
Grûbeke çekdarên nenas, ku hejmara wan zêdetirî 500 çekdar in, li rêzeçiyayên di navbera Xurmato û Kîfrî de belav bûne. Hê jî eÅŸkere nebûye ka ev grub kî ne. Hinek kes dibêjin kurd in, hinek dibêjin Îranî ne lê hinek jî dibêjin, ku paÅŸmayiyên DAIÅžê û sûnnî ne li dijî desthilata ÅŸîeyên Iraqê hatine van herêman. Tê gotin, ku ev grub xwe ji bo çalakiyeke mezin amade dike.
Tîma Tora Medyaya Rûdawê çû herêma Germiyanê ya Silêmaniyê û rêzeçiyayên di navbera navçeyên Kîfrî û Xurmayoyê da ku derbarê vê grûba çekdar de lêkolînê bike. Ev grûba ku hejmara wan zêdetirî 500 kesan e, bajarokê Zinane ya Kifrîyê û hemû gundên van çiyayan jî kontrol kirine û dest danîne ser bîreke petrolê.
Hemwelatiyekî, ku ew çekdar dîtine, hiÅŸyarî dide tîma Rûdawê û dibêje: “Ya baÅŸ ew e, we nebînin, eger we divê wan bibînin pirs bikin paÅŸî herin cem wan.”
Hemwelatiyê bi navê Kazim Adil, ku nîÅŸtecihê gundekî bajarokê Zinane ye, rênasiyê ji tîma Rûdawê re kir û ew gihandine wê çiyayê, ku nêzîkî çekdaran e.
Tîma Rûdawê hewl da bi riya kesekî ve peywendiyê li gel van çekdaran bike, lê bi lez bersiv hat, ku ne gengaze di vê demê de hevdîtinek çêbibe.
Kazim Adil derbarê çekdaran de dibêje: “Di nava wan de kurd hene, ereb hene, îngîlîz hene, bi hemû zimanan diaxivin. Niha ev herêm di bin kontrola wan de ye û li vir ti hêzek jî nîne pêÅŸiya wan bigre û nehêle werin van deran. Bi ÅŸev derdikevin û hatinçûnê dikin. Min li vir û li wire w dîtine.”
Li gorî zanyariyan ew çekdar xwe di nava vê zincîra çiyayê de vediÅŸêrin û dema dixwazin derdikevin digerin. Herwiha li gundê Pelkaneyê jî dest danîne ser bîreke petrolê. NîÅŸtecihên gundan jî nizanin ka ev grub ser bi kî ne û di paÅŸerojê de çi bikin.
Bi gotina Kazim Adil, navenda wan a sereke ev herême û dibêje: “hinek dibêjin sûnnî ne, bi rîh in û rengê DAIÅžiyan didin. Hinek dibêjin kurd in û ser bi YNKê ve ne. Hinek dibêjin ser bi PDKê ve ne. Hinek jî dibêjin ser bi Îranê ne û hêza Nûrî Malîkî ne. Hermû tiÅŸtek li ser wan tê gotin lê kes jî rastiyê nizane.”
Tîma Rûdawê ji bo dîtina çekdaran an jî cihên wan çend rojan li navçeyê geriya. Lê tenê kesek li ser moorsîkletekê dîtin, ku we diyar bû çekdarê vê grûbê ye.
Derbarê vê grûbê de fermandarên pêÅŸmerge ti zanyariyan nadin. Lê zanyarî hene, ku ev grûb DAIÅžî ne û li herêma sunniyan dixwazin dest bi serhildaneke nû bikin.
Di encama pêdaçûn û lêgerînêin tîma Rûdawê derketiye, ku ev grûba li vir hatine bicîhkirin, piraniya wan berpirs û serkirdeyên DAIÅžê bûne, ku rexne li vê rêxistinê girtine. Hê jî ne diyare ka ew kesên serkirdetiya vê grûbê dikin dê hebûna xwe bi çi awayî ragihînin. Nayê zanîn ka dê di bin ala DAIÅžê de kar û çalakiyan bikin an bibin rêxistineke cuda.
Li gorî zanyariyên ketine destê Rûdawê, tê çaverêkirin ev grub di paÅŸerojê de çalekiyeke mezin bikin û paÅŸî bi zimanê Kurdî, peyama xwe ragihînin.
Piraniya ÅŸivanên vê herêmê ew çekdar dîtine. Lê ditirsin û nikarin behsa wan bikin. BeÅŸek ji nîÅŸtecihên vê herêmê, koçberên Xurmatoyê ne û niha ditirsin careke din koçber bibin.
Rûdaw
Ev nivîs 210841 car hatiye xwendin.