Hêjmara miriya gihîşt dora 400 kesî
Erdheja ku do li Kurdistanê li bajarên Helepçe û KermanÅŸahê çêbû ku mezinahiya wê 7.3 bû, di encamê de di erdhejê de li dora 400 kesî jiyana xwe ji dest dan û li dora 6 hezar kes jî birîndar bûn.
Li deverên çiya yên KirmanÅŸahê hêjî bi temamî encam nayê zanîn û xwe gihandina wan deran gelek zahmet e. Rêvebirê karên bilez yê Îranê Pir Huseyin Kulivand, ragihand ku li hinek rêyan erd heziyaye û helan ketine pêÅŸiya hinek gundan. Lewra çûna wan deveran bi zahmet bûye.
Tirkiye alîkariyê ÅŸand herêma Kurdistanê. Li gor cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Recep AkdaÄŸ dibêje; tîmeka 44 kes, 10 erebe û 5 hezar çadir ÅŸandine herêmê. Li Adana, MûÅŸ û Xarpêtê jî amadekarî hene ku 3 hezar çadir, 10 hezar battaniye, 3 hezar germkerên kehrebê, 10 hezar livîn û metbexeka seyyar bên ÅŸandin bo herêmê. Niha van tiÅŸtên navborî tên barkirin da biÅŸînin herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piÅŸtî erdhejê Tirkiyê bi wan re têkilî daniye û dest bi ÅŸandina alîkariyê kiriye. Ji bo alîkariyê jî Barzanî sipasiya xwe ji bo Tirkiyê kir.
Ev nivîs 210833 car hatiye xwendin.