Hîzbûllah asta alarmê  bilind kir
Rojnama Kuweytê ya El Raî, bi îhîmala ku we êrîÅŸ herin ser Hîzbûllahê an hinek kesayetiyên payebilind, asta alarmê bilind kir. Rojname dibêje; dibe ku êrîÅŸ bibin ser Hîzbûllahê û zilamên wan yên li jor bikujin, lewra asta tedbîrên xwe gelek zêde kir.
Li gor rojnamê, ev du roje ku Hîzbûllah asta tedbîrên xwe zêde kiriye û dibêje ew sîlihên ku di destê partiyê de ne, têra wan dike. Her weha tê gotin ku çawa berê serokwezîrê Lubnanê Reîq Herîrî hat kuÅŸtin, wisa jî dibe ku li Lubnanê hinek kesayetiyên li jor yên siyasî bibin hedefa êrîÅŸan.
Behs tê kirin ku di demeke nêz de, wê serokwezîrê berê yê ku ji Erebistana Si’ûdî îstîfa xwe ragihandibû serokkomarê Lubnanê û niha li Parîse ye, Saad Herîrî wê dagere Lubnanê.
Ev nivîs 210838 car hatiye xwendin.