Hêvî û Daxwazên Me Ji Sala 2019...

Peyamakurd- Ji serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiyê, peyama sala nu gehişt deste me û em jî bêguhartin radixin ber desten xwenderên Peyamakurd.

HÊVÎ Û DAXWAZÊN ME Jİ SALA 2019:

Miletê Kurd miletek mezin e, ew xwedî dîrokek kûr û dirêj, xwedan zimanekî dewlemend û xwedan axek bi berket e; xwedan çandek xûrt, xweşik, bi reng û şemal e û xwedan folklorek bê hempa ye.

Lê mixabin bi sedan salan e kû Kurd bê dewlet, bê xwedî peyv di Rojhilata Navînê de bê statû dijîn. Divyabu Kurd hêdî; ji xeletiyên siyasî û xiyaneta navxweyî ders bigrin û yekrêziya xwe pêkbînin, ji van rûdanên hatin kirin sûd werbigirin û aşîtiya navxweyî pêk bînin. Tenê bi vî şêwazî dikarin rûmeta xwe ya netewî bidest bînin, ji bindestiyê rizgar bin, bibin xudan jiyanek e aram û azad. Eger na, wê dîrok me hemiyan efû nekê. Sala nû ji hemû mirovan re pîroz be. 31.01 2018

PARTİYA DEMOKRAT A KURDİSTANÊ –TİRKİYÊ (PDK-T

Serokê Giştî Mehmet Emin KARDAŞ


Ev nivîs 210785 car hatiye xwendin.