Hêvîdar Ehmed: Civîna sibehê ya parlementoyê nayê taloqkirin
PeyamaKurd - Parlementerê PDKê li Parlementoya Kurdistanê Hêvîdar Ehmed aşkere kir ku wê sibehê civîna Parlementoya Kurdistanê birêve biçe û nayê taloqkirin.
Parlemenerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê Hêvîdar Ehmed ji BasNewsê re aşkere kir wê cîvîna sibehê ya Parlementoya Kurdistanê birêve biçe û nayê paş xistin. Herwiha Ehmed da zanîn ku eger YNK beşdarî civînê bibe û kandîdê xwe bo serokatiya Parlementoya Kurdistanê diyar bike û daxwaza taloqkirina civînê bike wê demê belkî civîn 2-3 saetan bêtaloqkirin. Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku wê cîvîna Parlementoyê di saet 11an dest pê bike.
Îşev hatibû îddîakirin ku wê civîna sibehê ya Parlementoya Kurdistanê bê taloqkirin. Lêbelê Ehmed aşkere kir ew îddîa nerast in û wê civîna sibehê ya parlementoyê birêve biçe. Heger YNK bo diyarkirina kandîdên xwe çend saetan demê bixwaze ew jî asayî ye û nabe kêşe.
Şandên PDK – YNKê bo pêkanîna hikûmetê û diyarkirina desteya rêveberiya Parlementoya Kurdistanê biryar dabûn sibehê beşdarî civîna Parlementoya Kurdistanê bibin.
Ev nivîs 210755 car hatiye xwendin.