Hêzên Heşdî Şabî ji baregahên wan durxistin...
Peyamakurd- Hinek kesên berpirsyarên Îraqî, ji SKY NEWSre ragihandin, ku ji 20 hezar zêdetir serbazên Amerîkayê li bajarê Musil û li derdora herêma bajar cîbecî bune.
Heman çavkanî aşkera kir, ku hêzên Amerikayê hewl didin, ku grubên Heşdî Şabî û hêzên din ên Iraqî ji wî herêmî derbixin.
Herweha berpirsekî payebilin, ji heman çavkaniyêre ragihand, ku hêzên Amerikayê 4 binkeyên nu ên serbazî li heremên curbecur li „Bakurê Iraq“ bi çekên pêşketî pêktînin. Herweha, piştî damezrandina 4 binkeyên nu wê 5 binkeyên din jî avabikin.
Wek tê zanîn, hefteya derbazbuyî hêzekî Amerikayê bi heman şêwe li baregeha KEYI WEN li bajarê Kerkuk cîbecî bu û hêzên leşkeri ên Iraqî ji wir durxistibun.
Ev nivîs 210765 car hatiye xwendin.