Hûsiyan bi moşekan êrîş kir

Ajansa nûçe ya Erebistana Siûdî (SPA) yê ragihand Turkî el Malikî berdevkê Koalîsyona Erebî ku bi pêşengiya Erebistana Siûdî birêve diçe got: "Milîsên husî bi moşekan rasterast sivîl hedef girtin. Moşek li herêma Cazan a sînorê Siûdî û Yemenê ketin.."

Turkî el Malikî da zanîn ku moşek ji aliyê hûsiyan ve hatine avêtin û wiha dom kir: "Moşekên ku ji aliyê husiyan ve hatin avêtin li cihê niştecihên sivîl ketin û di van êrîşan de 3 zarok birîndar bûn. Zarokê bi navê Ziyad Qasim Silêman Atifî rewşa wî giran e. Milîsên husî ku piştgiriya xwe ji Îranê werdigrin bi êrişa dijî sivîlan binpêkirina rêbazên hiqûqî didomînin."