HAK-PAR, "HDP ji bo Kurdan ne bijardeyek tenê ye"

PeyamaKurd - HDP, Hereketa Azadî, DBP, DDKD, Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, PDK û PDK-T di çarçoveya îtifaqa ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî de deklerasyona hevpar aşkere kirin. Endamê Meclîsa HAK-PARê Mehmet Şah Eren, îtifaqa HDP bi partiyên kurdî re jibo hilbijartinên herêmî, ji Peyamakurd re axifî.

Hûn dikarin hevbendiya partiyên kurdî di bin navê yekîtiya neteweyî de binirxînin?

Yekîtiya netewî tê gotin, lê ev daxwazek vala ye ne dagirtî ye. HDP'ê yekîtiya neteweyî ne kiriye armanc. HDP xwe wek AKP, CHP û MHP partî ya Tirkiyeyê dide nasîn. Lêbelê, nêzîkbûna hilbijartinê de, xwe ser partiyên Kurdî û saziyên cuda rexistin dike. HDP partiyek e ku rêxistin ji hemû partiyên Kurdî re asteng dike.

Tevî ku dengê Kurdan digre, disa xwe wek partî ya Tirkiyeyê nîşan dide. Ev herêm ji aliyê du partiyan tê cezakirin. Yek ji wan AKP e û yê din HDP ye. Her dû jî ji bo Kurdan tiştek nakin.

Çima HAK-PAR ne di vê itifaqê de ye?

Heta ku HDP maf û daxwazan Kurdan neke armanca partiya xwe, wê navberame û HDP de mesafe bimîne. Em tenê dikarin bi sazî û partiyên Kurd û Kurdistanê re bixebitin, ew ên ku daxwaz û mafên Kurdan dikin armanc. Ji bo me, kursi ne grîng e. HAK PAR partiyek e, ku bi têkoşînê pêşeroj Kurdan ava dike. Em ji bo gel, wekheviya olî, cinsî û mafî diparêzin. Em tenê bi vî awayi dikarin bi partiyan re itifaq bikin lê hewceye ku dilsoz bin. Ew aliyên ku hestên gel bêrumet dikin em nikarın ligel wan bisekinin. Em biwan re itifaq nakin, çimkî em polîtîkayên wan li ser Kurdan bi dilsozî nabînin.

Di dawiyê de, ji bo gelê Kurd peyama we heye?

HDP ji bo Kurdan ne bijardeyek tenê ye. Divê Kurdistani piştgiriya xwe bidin partiyên HAK-PAR û wek HAK-PAR. HDP ne partiyek Kurdî ye, lê em wan we partiyek opozîsyonê dibînin. HDP li Diyarbekirê ye lê xizmetê nake. Ji ber vê yekê, ne AKP û ne HDP nabe bersiv ji daxwazên gelê me re. Divê gelê me piştgirî bide nûnerên serbixwe yên welatparêz û serbixwe. 

Em ê dengê xwe bidin wan kesên, ew kesên ku em ji wan bawer dikin.

 


Ev nivîs 210887 car hatiye xwendin.