Harisî: Wê dîaloga Hewlêr û Bexdayê dest pê bike

Heta niha di navbera ÅŸandeyên Hewlêr û Bexdayê de çend hevdîtin û civîn hatin kirin. Lê hat gotin ku ev hevdîtin û civîn tenê ji bo rawestandina operasyonên leÅŸkirî û hevdîtinên teknîkî bûn.

Di derbarê destpêkirina dan û stendin û dîaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Berdevkê Hikûmeta Bexdayê Saad Harîrî axivî û anî zimên ku „wê dîaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bikin“.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hadisî, got:  „Hevdîtinên ku hetanî îro di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûne hevdîtinên teknîkî û ji bo rawestandina operasyonên ÅŸer bûn. Hevdîtinên ku ji îro û pêve dest pê bikin wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên petrolê, pirsgirêkên aborî û siyasî bin“.

Saad Harisî, bi dewamî ji Khed Pres re axivî û got: “Ji bo mijara petrolê tîmek pispor hatiye erkdarkirin. Wê ev tîm di derbarê petrolê û hevdîtinên herdu alîyan de zanyarî û belgeyan pêÅŸkêÅŸ bike. Em alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi hevdîtinan bên çareserkirin û di vê derbarê de em bi hêvî ne“.

Z.B


Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.