HDPê hevserokên xwe hilbijart
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreya xwe lidarxist. Di kongreyê de hevserokên xwe yên nû jî hilbijart.
Di Kongreya 3mîn a asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, wekî dihate zanîn kandîdên berê hatî ragihandin Sezai Temelli û Pervin Buldan weke Hevserokên nû hatin hilbijartin.
Her du namzet jî bi salan in kar û barên siyasî û sivîl bi rê ve dibin. Pervîn Buldan 11 sal in bênavber parlementerî dike û berî niha jî di proseya aşitiyê de endama Şandeya Îmraliyê bû.
Ev nivîs 210826 car hatiye xwendin.