HDP, Artêşa Tirkiyê li Efrînê neteweyek tasfiye dike..
PeyamaKurd- Giftûgoyên ser Efrîne duhî şev di Meclîsa Tirkiyê de bun sedema şerekî navbera wekîlên AKP û HDP de. Jibona ku hinek wekîlên HDP di Meclîsê de gotin ku, Artêşa Tirkiyê li Efrînê Jenosayd dike, rastî êrişên hinek wekîlên AKP hatin.
Mahmut Togrul, Wekîlê HDP ji Diyarbekir nav Meclîsê de li ser Operasyonên duhî gotibu, Artêşa Tirkiyê li Efrînê „neteweyek tasfiye dike.“ Li ser gotinên M. Togrul wekîla AKP Leyla Şahin çû ser Mahmut Togrul û got, „Leşkerê Tirk welatê xwe diparêze, PKK ya we jî mirovên sivîl dikûje. Ez te li ser gotinên te şermizar dikim.“
Helwesta Leyla Şahin bu sedema pevçunê û di encama pevçûnê de wekîlên HDP Mehmûd Togrul û Muslîm Dogan birîndar bûn.
Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.