Helîkoptereke aîdî Tirkiye li Efrînê hat xistin
Ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoganî ve hat ragihandin ku îro li Efrînê de helîkoptereke artêşa tirk hatiye xistin.
Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan li avahiya Serokatiya partiya xwe ya Stenbolê di komcivîneke medyayê de derbirî ku , helîkoptereke girêdayî artêşa dewleta Tirkiyeyê li Efrînê hatiye xistin.
Erdogan got:"Beriya bîstekê helîkoptereke me hat xistin. Kesên ku helîkopterê xistin, dê berdêla vê bi giranî bidin. Niha em di nav şerekî de ne. Wendahiyên me jî wê çêbibin, em ê wendahiyan jî bidin dayîn. Helîkoptereke me dê here lê berdêla vê yekê qatbiqat bidin."
Ev nivîs 210801 car hatiye xwendin.