Herêma Kurdistanê dîroka hilbijartinê diyar dike
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê û Parlamentoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja çarşemê ji bo diyarkirina roja hilbijartinê kom dibe.
Serokê Grûba PDKê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umid Xoşnav da zanîn ku dê serokên grûbên parlamentoyê beşdarî civînê bibin. Xoşnavî destnîşan kir ku di vê civînê de dê dîroka hilbijartinê bê diyarkirin û herwiha arîşeyên li pêşiya proseya hilbijartinê dê bêne guftigokirin.
Beriya niha ji bo nûkirina qeydên dengan 45 roj hatibû diyarkirin û ew 45 roj 11ê meha yekê de teji bibû. Tê payîn ku hilbijartinên li Iraqê 12ê Gulanê ya îsal bê çêkirin. Bes hêj nehitaye diyarkirin bê hilbijartin dê beriya hilbijartina Iraqê bê çêkirin an piştî wê. Dê ev yek jî di komcivîna roja çarşemê debê zelalkirin.
Ev nivîs 210803 car hatiye xwendin.