Herî zede pirtûkên hînbuna Kurdî û dîroka Kurdistanê tên firotin

Koordînatorê pirtukakurdî Bawer Berşev: Mixabin ji ber şerê ku qewimîn li Kurdistanê hinek pirtukfiroş kêmtir pirtukên Kurdî kirin û ev mişteriyên ku nekarîn li wir pirtuk peyde bikin ji me peyde kirin.

Gelo hun dikarin ji kerema xwe re jibona xwendewanên Peyamakurd,  hinek behsa çîroka avakirina  https://www.pirtukakurdi.com/ bikin?

Projeya pirtukakurdi 5 sal bere di îlona 2014an de destpêkir. Xwediyê fîkrê ez bûm lê bala min kişand ku karek zehmet e, min bang du xizmên xwe kir. Bi navên Mîrza û Sebih. Piştî ku em bûn 3 kes me dest bi xebatan kir. Mehek li ser navê malperê fikirîn. Bi weşanxanan, niviskaran re ketim têkiliyê. Li ser avakirina malperên firotanê xebatan kir. Min destpêkê de 1200 pirtuk kîrin û mala xwe de odeyek biçuk veqetand bo vî karî. Em 4 -5 meh şixolîn û 1ê çile ya 2015an de me îlan kir.

Qasê ku em dizanin li Bakûrê Kurdistanê yekem malpera pirûkfiroş pirûkakurdîye. Gelo di serî de berteka xwendewanên kurd çawa bû?

A rast wek fermî belkî em bin lê dema me vekir bala me kişand ku 20 roj beriya me malepeek bi navê erupel vebubû. Lê ne ewqas çalak bûn. Ji ber neçalakbûna wan em bêhtir derketin pêş. Û jixwe piştî çend mehan hate girtin. Di destpêkê de bertekên gelek erênî hatin. Ji xwe ji ber wê em niha hatin vê astê. Çimkî him valahiyek bi vê renge hebû him jî em baş şixolin. Me gelek ked da û em hatin vê astê.

We heta niha bi sedan pirtûk firotine. Gelo tu dikarî bêjê; me herî zêde berhemên filan nivîskarî firot?

Çi bi sedan bi sedhezaran herî zede roman, pirtûkên hînkirina kurdî û tarixa kurdistan tên firotin. Herî zede Rênas jiyan, mehmed uzun, jan dost, bextiyar elî, selîm temo, hesenê metê, ereb şemo tên firotin.

Gelo malpera we heta niha bi tu qedexeyên dewletê ve rû bi rû maye?

Na heta niha me hîç astengî nedîtiye.

Rewşa awarte ya li turkîye bandorek çawa li ser firotîna pirûkên kurdî kir?

Wele rewşa awarte li ser me zede bandorek neyini nekir lê piyasa kurdî gelek xirakir. Ji ber 2-3 sedeman bandor li ser me nekir. A yekem a me online, li Amedê şer biqewime jî ji stenbol an jî elmanyayê sparîş tên. Yanê ji ber navneteweyabûna me bandor li ser me nekir. A duyem mixabin ji ber şerê ku qewimîn li kurdistanê hinek pirtukfiroş kêmtir pirtukên kurdî kirin û ev mişteriyên ku nekarîn li wir pirtuk peyde bikin ji me peyde kirin. A sêyem jî keda me ye, em gelekî dixwebitin çimkî em kolektif dixwebitin. Niha di bin sîwana pirtukakurdi de 8 kes heye. Ji xeynî editorên weşanxaneya me.

Gelek spas dikim ji boy ku we pirsen me bersivand.

Ez jî ser navê pirtukakurdi spasiya we dikim û di karen we de serkeftinê dixwazim.

 


Ev nivîs 210905 car hatiye xwendin.